Meclîsa netewî biryara li ser destpêkirina pêvajoya endamtîya Ermenîstanê ya Yekîtîya Avropayê qebûl kir

Meclisa neteweyî di rûniştina xwe ya îro de pêşnûmeya qanûna “Li ser destpêkirina pêvajoya endamtîya Komara Ermenîstanê ya Yekîtîya Avropayê” di xwendina yekem de qebûl kir.
Li gorî “Armenpress” ê, 63 parlamêntaran dengê “erê” dan û 7 parlemêntaran dijî dan.
Pêştir serokê fraksîyona “Şerefa min heye” Hayk Mamîcanyan ragîhandibû ku, ew wê li dijî projeyê dengê xwe bidin û serokê fraksîyona “Ermenîstan” Sêyran Ohanyan jî ragîhandibû ku fraksîyona beşdarî dengdanê nabe. Serokê fraksîyona “Peymana sîvîl” Hayk Koncoryan ragîhand ku fraksîyona wan wê dengê erê bide projeyê.
11 ê sibatê de meclîsa neteweyî dest bi nîqaşan li ser pêşnûmeya qanûnê ya destpêkirina pêvajoya endamtîya Ermenîstanê di Yekîtîya Avropayê de kir. Proje ji alîyê înîsîyatîva sîvîl ya “Rêfêrandûma Avropayê ” ve hat pêşkêşkirin, bi komkirina îmzeyên pêwîst ji bo pêşkêşkirina destpêşxeriya qanûnî ji meclîsa neteweyî re di maweya dîyarkirî de.Înîsîyatîvê li şûna 50 hezar îmzeyan 60 hezar îmze berhev kir. 9 ê çile de ev pêşnûme di rûniştina hukumeta Ermenîstanê de hatibû nîqaşkirin û pesendkirin, piştre ji bo nîqaşê ji parlamêntoyê re hat şandin.
Vêrsîyona dawî ya qanûnê ku ji alîyê komîtêya întêgrasîyona Avropayê ve hat qebûlkirin, ev naverok e: “Komara Ermenîstanê, îradeya gelên Komara Ermenîstanê îfade dike, wezîfeya xwe datîne holê ku Komara Ermenîstanê bibe welatekî ewledar, pêşketî û dewlemend, destpêkirina pêvajoya endambûna Komara Ermenîstanê ya ji bo Yekîtîya Avropayê radigîhîne”.







