H’emû nûçeSereke

Berhemên leşkerî-pîşesazîya Ermenîstanê wê di pêşangeha navneteweyî de bên raber kirin

11  hevaltîyên ji sêktora leşkerî-pîşesazîya Ermenîstanê wê di pêşangeha navneteweyî ya hilberên parastinê de ku di 17-21 sibatê de li Abû Dabîyê hatîye organîzekirin wê destkeftî û potênsîyala herî dawî ya Ermenîstanê di warê têknolojîya bilind, agahdarî, berevanî û têknolojîyên leşkerî û çareserîyên endezyarîyê de raber bikin.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind ya Komara Ermenîstanê ragîhand ku beşdarbûna pêşangeha “IDEX 2025” bi armanca navneteweyîkirina hilberîna berevanîya Ermenistanê ye.

Bi serokatîya wezîrê pîşesazîya têknolojîya bilind ya Komara Ermenîstanê Mxîtar Hayrapêtyan jî ji 16-21ê sibatê li Abû Dabîya paytexta Yektîya Mîrtîyên Ereba ji bo beşdarîya vê konfêransê û pêşangeha parastinê ya navneteweyî bibe.

Ne tenê hilber û bernameyên hazir wê bêne pêşandan, lê di heman demê de wê projeyên sozdar jî bên pêşandan ku dikare di van waran de destpêkirin û berfirehkirina hevkarîyên nû hêsantir bike.

Ev pêşangeh her du salan carekê tê lidarxistin û yek ji mezintirîn pêşangehên berevanîyê yên cîhanê ye û tê pêşbînîkirin ku îsal der-dora 150 000 serdanker tê de bin.

Berîya vê çalakîyê konfêransa parastina navneteweyî ya di 16 ê sibatê de pêk hat û wezîrê dewletê yê parastinê yê  Yektîya Mîrtîyên Ereba Mihemed Bîn Mûbarek Bîn Fadêl El-Mazrûêy û wezîrê  Ermenîstanê yê pîşesazîya têknolojîya bilind Mxîtar Hayrapêtyan wek axaftvan di çarçoveya panêla bi sernavê “Opêrasyonên dêzînformasyonê û bandorê” de axivîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button