SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî: DAIŞ dixwaze êrîşî ser bajarên Sûrîyayê bike

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîyaya Dêmokratîk (HSD) amajeyê dide ku, DAIŞ ê valahîya ewlehîyê li Sûrîyayê ji bo hilgirtina çekan û pêgeha stratêjîk bi kar anîye. Her wesa dibêje ku, HSD bi hûrî çavdêrîya livînên DAIŞ ê li deverê dike.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî î di çavpêkeftinekê de bi rojnameya “Times” ê ya brîtanyayî re gotîye: “DAIŞ ê valahîya ewlehîyê li biyabanên Sûrîyayê li başûrê rojhilatê Sûrîyayê, ku bakûrê rojhilatê Urdunê, rojavayê Îraqê û pareke bakûrê Erebistana Saûdîyê vedigire, ji bo hilgirtina çekan û damezrandina pêgeha stratêjîk bi kar anîye”.

Mezlûm Ebdî herwesa ragîhandîye: “Armanca DAIŞ ê ji vî karê wê êrîşkirina li ser bajaran e”. Herwesa gotîye: “HSD bi hûrî çavdêrîya livînên DAIŞ ê li van deveran dike ku derbazî çend cîhan bûye”.

Navbirî amaje jî daîye: “Desthilatdarên nû yên Sûrîyayê li ser tevlîbûna pêkhateyan di piroseya sîyasî de nêrîn û daxwazîyên welatên cîhanê li ber çavan werdigirin, lê di bingeha xwe de berevajî bername û aydolojîya serokê Sûrîyayê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera ye ku kesekî selefî ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button