H’emû nûçeSereke

Ofîsa komîseriya bilind ya kar û barên Diyasporayê, leza vegerê  tomar kirîye

Di 4 salên dawî de leza vegerê gelekî zêde bûye.

Serokê daîreya vegerandin û întêgrasîyonê ya ofîsa komîseriya bilind ya kar û barên dîyasporayê, Hovhannês Aleksanyan di civîna çapemeniyê ya li navenda çapemeniyê ya “Armenpress”ê de diyar kir ku di sala 2020 î  de 7-8 hezar hemwelatî ji bo hemwelatîbûna Ermenîstanê serlêdan kirine, lê di dema dawî de ev hejmar ji 20 hezarî derbas bûye.

Yanî 3-4 qat zêdetir kes serî li hemwelatiya Ermenîstanê didin. Di nav wan de kesên ku cara yekeme hemwelatîbûna Ermenîstanê werdigirin hene û kesên ku berê hemwelatîbûna Ermenîstanê hebûn, di qonaxekê de red kiribûn û niha dîsa serlêdana welatîbûnê dikin. Hejmareke mezin ji mirovan xwedî hemwelatiya dualî ne. Hovhannês Alêksanyan wiha gotîye: “Ez dixwazim bibêjim ku lezbûna leza vegerê ji ber gelek faktoran e, di nav de geşedanên jeopolîtîk.

Li gorî pêşketinên jeopolîtîk û rewşa germ ya li herêmên cure-cure, derdikeve holê ku hemwelatiyên me yên ji wan herêman ji bo biçin Ermenîstanê zêde serlêdan dikin. Li gorî îstatîstîkan welatiyên ku bi mijara vegerê re eleqedar dibin û bernameyên întêgrasyonê derbas kirine ji 40 welatan tên. Îro Rûsya di rêza yekem de ye, berê jî welatên Rojhilata Navîn bû.

“Ez ê bi giştî welatên piştî Sovyêtê, ku di nav hevwelatiyên me de di mijara vegerê de eleqedariyek mezin heye, veqetînim”. Di wê çarçoveyê de ez ê behsa welatên Avropayê û Amerîkayê jî bikim. Ez dixwazim Australîyayê destnîşan bikim, ku ji wir pêvajoyeke vegerê ya çalak heye. Hovhannês Alêksanyan wiha gotîye: “Divê ez bibêjim ku ji Makêdonya, Serbîya û hin welatên Asyayê kesên ku hatine vegerandin hene.

Navenda hevgirtinê ya vegerandinê di gelek waran de bernameyên aktîv pêk tîne û kesên ku vedigerin jî tê de hene. Di sala 2024 a de 2800 kes ji bo piştgirî û şêwirdariyê serî li navenda întêgrasyonê ya vegerê dane. 980 kes beşdarî bername û çalakiyên ku tên lidarxistin bûn. Navend rojane şêwirdariyên xwe pêşkêş dike û kursên rahênanê li dar dixe da ku alîkariya destpêkirina karsaziyekê, peydakirina kar, wergirtina perwerdehiya zêde, û ji nû ve rahênanê bike. Dersên bêpere yên zimanê ermenî û kursên têknolojiyên înformasyonê tên lidarxistin.

Hovhannês Alêksanyan destnîşan kir ku hemwelatiyên me yên ku vegeriyane Ermenîstanê di gelek beşên xizmetguzarî, çandinî, têknolojiyên agahdariyê, înşaet, dîzayn, maliye, perwerdehî  de cih digirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button