H’emû nûçeSereke

Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ji bo aşîtîyê amade ye ku her cûre piştgirîyê bide

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî hevdîtina bi heyeta Îmraliyê ya DEM partîyê re got ku Herêma Kurdistanê ji bo bi dawîkirina şer amade ye ku her cûre hevkarî û piştgirîyê bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê şandeya DEM partiyê ya Îmraliyê pêşwazî kirîye.

Hevdîtin li serokwezîriya Herêma Kurdistanê pêk hat û nêzîkî 45 xulekan berdewam kir.

Serokwezîriya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, şandeya DEM partiyê ya Îmraliyê kêfxweşiya xwe ji serdan, hevdîtinan û civînên xwe yên li Herêma Kurdistanê nîşan daye.

Şandeyê derbarê armanca serdana xwe û hewilên xwe yên ji bo pêvajoya aşîtiyê ya li Tirkiyayê nêrîna xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kirine.

Şandeya Îmraliyê her wiha tekezî li ser wê yekê kiriye ku niha li Tirkiyayê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurdan bûye mijareke girîn ya rojevê.

Li gorî daxuyaniyê, şandeya DEM partiyê ya Îmraliyê daye zanîn ku ew di vê pêvajoyê de nirx û rêzeke mezin didin rol û piştgiriya serok Mesûd Barzanî.

“Divê ji her derfetê sûd were wergirtin”

Mesrûr Barzanî jî ji bo xurtkirina aşîtî, aramî û pêkvejiyana aştiyane û biratiya di navbera gelên herêmê de tekezî li ser girîngiya sûdwergirtina ji her derfetê kiriye.

“Em ji bo her cureyê piştgiriyê amade ne”

Mesrûr Barzanî careke din piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aşîtîyê ya li Tirkiyayê anî zimên û gotîye:

“Divê şer û tundî bi dawî bibin. Herêma Kurdistanê di vê mijarê de ji bo her cureyê hevkarî û piştgiriyê amade ye”.

Divê were gotin ku heyeta Îmraliyê ji Pervîn Buldan û Sîrrî Sureya Onder, hevserokê DBP ê Keskîn Bayindir, endamên buroya hiqûqê ya sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bilmez, hevberdevkê komîsyona pêwendiyên der ya DEM partiyê Berdan Ozturk û parlamentarên DEM partiyê Gulcan Kaçmaz Sayîgît û Mehmet Kamaç pêk tê.

Şandeya DEM partiyê ya Îmraliyê hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê qedandin û wê vegere Tirkiyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button