SerekeSîyasî

Termên 32 êzidiyan li Şêngalê tên veşartin

Termên 32 êzidîyên bi awayekî fermî radestî malbatên wan tên kirin û bi merasîmekê li bîrdariya qezaya Şengalê tên veşartin.

Fermangeha gorên bi komî ji K24 ê re ragihand, termên 32 êzidiyan  bi awayekî fermî ji Bexdayê digihin parêzgeha Nînêvayê û wê bi merasîmekê li bîrdariya qezaya Şengalê bên veşartin

Diyar kirîye jî, 19 term ji wan yên xelkê gundê Kojo yên Şengalê ne, termên din jî ji deverên cuda yên êzidîyan in.

Fermangehê piştrast kirîye, tîmên taybet hîn jî ji bo vekirina gorên bi komî yên li Şengalê dixebitin, li gel wê jî hewl didin nasnameya qurbaniyan eşkere bikin.

Li gor amaran, 93 gorên bi komî hatine dîtin û 55 gorên bi komî hatine vekirin, 38 gorên bi komî hîn nehatine vekirin.

Li gorî daxuyaniya fermangehê, heta niha 750 term ji gorên bi komî hatine derxistin, 508 term hîn nehatine tespîtkirin, tenê 242 term nasnameya wan hatiye aşkerekirin.

Rêxistina DAIŞ ê ya teroristî li serê tebaxa sala 2014 a êrîşeke berfireh kir ser qezaya Şengalê, zêdetirî 3 hezar êzîdî kuştin û di gorên bi komî de veşartin. Her wiha nêzîkî 7 hezar jin û keçên êzîdî revandin, heta niha 3584 kes ji wan hatine azadkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button