Tevî baylozê Swêdê pirsên derheqa çêkirina ênêrgabloka nû hatine gotûbêjkirinê

Dêlêgasîya bi serokatîya baylozê Swêdêyî li Ermenîstanê Patrîk Swênson bi seredana naskirinê li stansîya Ermenîstanêye atomî qesidîye.Derheqa wê yekêda ji stansîya atomî ragîhandine.
“Nava doranên seredanêda, mecalên hevkarîya kompanîyayên herdu welataye anegor, pêrspêktîvên pevguhartina cêribandinê û xebitandina têknolocîyên nû, ya nava goveka ênêrgêtîkîda, hatine gotûbêjkirinê.Cîgirê serokê stansîya ermenîye atomî Movsês Vardanyan pêvajoyên dirêjkirina wedê xebitandina ênêrgabloka duemînda raber kirîye.
Pirsên derbarê bernama çêkirina ênêrgabloka nû, ya li Ermenîstanê hatine gotûbêjkirinê, nava doranên kîjanêda xebitandina potênsîyala têknolocîyên Swêdê girîng hatîye hesabkirinê.
Seredanên dualîye wî cûreyî girîng hatine hesabkirinê û hatîye dîyarkirinê,wekî seredanê alî pêşkfetina hevkarîya di navbera kompanîyayên herdu alîya bike.







