SerekeSîyasî

Rêveberiya Tramp pêwendîyên Amêrîkayê û Kurdistanê bipêş dixe

Berpirsekî wezîreta Amêrîkayêye karên der dibêje,Waşîngton wê berdewam be li ser karê xwe li gel hukumeta Herêma Kurdistanê û alîkariya hêzên pêşmerge.

Berdevkê wezîreta Amêrîkayêye karên  der Samuêl Worbêrg ji K24 ê re ragihandîye: “Bêguman rêveberiya serokê nû yê Amêrîkayê Donald Tramp wê li ser karê xwe li gel hukumeta Herêma Kurdistanê berdewam be û pêwendiyên dualî pêş bixe”.

Her wiha gotîye Waşîngton wê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞ ê de, li ser piştevaniya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê berdewam be.

Ev daxuyanî piştî wê tê, ajansa “Reuters” ji 8 jêderên cuda belav kirîye ku rêveberiya Amêrîkayê hişyarî daye Iraqê ku di zûtirîn dem de dest bi hinardekirina pêtrolê ji Herêma Kurdistanê bike.

Di heyama çend salên borî de, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amêrîkayê bi awayekî berçav pêşde çûne û di dema borî de, çi serokê Amêrîkayê ji dêmokratan yan jî komarxwazan be, tiştek di stratêjiya ku Amêrîka û Herêma Kurdistanê bi hev ve girê dide, nehatiye guhertin.

Piştî rûxandina rejîma BAAS di sala 2003ê de, pêwendiyên Amêrîkayê û Kurdistanê zêdetir bipêş ketine, bi taybet di warê leşkerî û ewlehiyê de.Ev yek jî bi taybetî ji ber hevkariya Pêşmerge û artêşa Amêrîkayê ji bo rûxandina rêjîma BAAS ê, piştre şerê li dijî terorîstan û piştre jî ji bo şikandina DAIŞ ê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button