PROFOOD ARMENIA 2025: pêşeroja mêvanperweriyê li Ermenîstanê

PROFOOD ARMENIA 2025, mezintirîn bûyera F&B ya navneteweyî, wê 25-27 ê nîsanê de li kompleksa werzîş û konsêtê ya Ermenîstanê pêk bê û pisporên pîşesaziyê, karsaz û nûjenên ji çaraliyê cîhanê bîne cem hev.
PROFOOD ARMENIA ji bo sazkirina peywendiyên karsaziyê, danûstendina zanînê, û efirandina derfetên karsaziyê yên nû platformek taybetî ye. Bûyer wê xwenîşandanên pêşangehê, dersên masterê lêhûrbûnê, platformên şêwirmendiya karsaziyê, û pêşbaziya xwarinçêkirinê PROCHEF 2025, ya ku serketî wê derfetê bide perwerdehiyê li Dubayê, li yek ji baştirîn xwaringehan li cîhanê, hebe.
Mêvanên taybetî di nav de şef û restoratorên navdar yên navneteweyî hene, di nav de Akmal Anuar (Dubay, Sîngapor), Jose Karlos Sierra (Mêksîka, Dubay), Nikole Mrad (Dubay), Omar Sartawi (Libnan), Serge Manuel Xazarian (Erebistana Saûdî), Sumaya Obaid (Dubay), Mika Ueda (Dubay), Sêbuh Yakûbyan (Kanada), Alêsandro Mîkêli (Îtalya) û yên din.
Ev bûyer Ermenîstanê bi civata gastronomî ya cîhanî re pir dike, firsendek peyda dike ku xwarin û hilberên ermenî li ser asteke navneteweyî bêne raber kirin. Di çarçoveya çalakiyê de wê zêdetirî 200 beşdar û kiriyarên navneteweyî bigihêjin Ermenîstanê, ku ne tenê bi pêjgeha ermeniyan re nas dikin, her wiha wê serdana cihên dîtinên welêt jî bikin. Ji bo danasîna çanda ermenî ji cîhanê re û geşkirina tûrîzmê ev gaveke girîng e.
Ermenistan amade ye ku mêvandariya serokên xwaringeh û karsaziya cîhanî bike, ku deriyên nû ji pêşkeftin û hevkariyê re vedike.







