H’emû nûçeSereke
Pêrspêktîvên pêşkeftina hevkarîya Ermenîstanê û Fransîyayêye êkonomîkî hatine gotûbêjkirinê

Nava doranên xebatêye li Fransîyayê, cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Tîgran Xaçatryan rastî wezîrê Fransîyayêyî êkonomîkayê, fînsansa, sensayê Êrîk Lombard hatîye.
Wextê hevdîtinê, pêrspêktîvên hevkarîya Ermnîstanê û Fransîyayêye êkonomîkî hatine gotûbêjkirinê, bi taybetî yên rojeva êkonomîkîye dualî.
Xeberdan usa jî derheqa alîyên hevkarîyêye nûda çûye, bi taybetî pirsên rîya bakûr-başûr û usa jî fînansekirina kompanîyayên înjênêrîyê hatine gotûbêjkirinê.
Êrîk Lombard derheqa kûrbûna pêwandîyên êkonomîkîye tevî Ermenîstanê daye dîyarkirinê û daye bawarkirinê,wekî bernamên raberkirî wê li navenda guhdarîya hukumata Fransîyayêda bimînin.







