Dewletên Yekbûyî 83 selef bernameyên USAID ê betal dike

Wezîrê Amerîkaêyî karên de Marko Rûbîo li ser mîkrobloga xwe X e ragîhandîye: Dewletên Yekbûyî ji 83 selef ji bernameyên ajansa pêşkeftina navneteweyî (USAID) bi fermî betal dike.
“5,200 girêbestên ku niha hatine betalkirin bi deh mîlyard dolaran xerc kirine bi awayên ku xizmet nekirin (û di hin rewşan de zirarê didin) berjewendîyên neteweyî yên bingehîn yên Dewletên Yekbûyî”,- Rûbîo nivîsîye.
Wezîrê karên der da zanîn ku, di encama şêwra li gel Kongrêsê de, hukumeta amêrîkî biryar daye ku ji 17 selefê mayî (nêzîkî 1000) bernameyên ku niha di bin destê wezîreta der de ne, bi bandortir birêve bibe.
Rubîo spasiya wezîreta kar û barên hukumetê ya Dewletên Yekbûyî (DOGE) ya bi serokatiya Îlon Mask kirîye ji bo “bidestxistina van rêformên derengmayî û dîrokî”.
Yekser piştî destbikarbûna wek serokê Amêrîkayê, Donald Tramp û serokê DOGE ê Îlon Mask biryara girtina USAID ê dan.
Li gorî kar û barê lêkolînê ya Kongreyê, ajans di sala darayî ya sala 2023 de bi qasî 40 mîlyard dolar byûcê heye.
USAID di sala 1961 de, di bin serokatîya serokê Amêrîkayê Jon Kênnedî de hat damezrandin. Piştgiriyek demdirêj ya sosîyal-aborî li çaraliyê cîhanê peyda kirîye.







