H’emû nûçe

Di encama muzakereyên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Ûkraînayê de çi lihevkirin çêbûn?

Amêrîka wê yekser proseya gîhandina alîkarîyên leşkerî bo Ûkraînayê ji nû ve bide destpêkirin û Ûkraînayê jî pêşnîyara Amêrîkayê ya agirbesta 30 rojî ya li gel Rûsyayê qebûl kirîye. Di daxuyanîya hevpar ya ku piştî hevdîtinên di navbera heyetên Amêrîkayê û Ûkraînayê yên li Erebistana Saûdîyê de hat kirin  ev agahî hatin dayîn.

Dewletên Yekbûyî wê yekser dest bi parvekirina îstîxbaratê bi Ûkraînayê re bike. Serokê ofîsa serokkomarîya Ûkraînayê Andrêy Yêrmak ragîhand ku Ûkraînayê “amadebûna xwe nîşan daye” ku pêşnîyara Amêrîkayê ya agirbesta 30 rojî qebûl bike, ku bi lihevkirina alîyan dikare bê dirêjkirin.

“Amêrîka wê Moskvayê agahdar bike ku berovajîkirina Rûsîyayê mifteya bidestxistina aşîtîyê ye”,- ewî gotîye. Şandeyan her wiha mijara pevguhertina girtîyên şer di navbera Kîyêvê û Moskvayê de û vegerandina zarokên Ûkraînayê yên bi destê zorê ji cîh û warên xwe bûne jî gotûbêj kirin.

Amêrîkayê soz daye ku van mijaran bi nûnerên Rûsîyayê re gotûbêj bike. Di encama danûstandinan de, alîyan herwiha li hev kirin ku di zûtirîn dem de li ser derxistina hevbeş ya madenên Ûkraînayê rêkeftinekê îmze bikin.

Li gorî Financial Times ê, wek ku berê hatibû ragîhandin, danûstandin nayê plan kirin ku berdewam bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button