
Ermenîstan bi temamî amadeye ku tevî Tirkîyayê pêwandîya bide normalkirinê û nava wê pirsêda nêzîkbûna Ermenîstanê hetanî niha nehatîye guhartinê. Derheqa wê yekêda wekîlê Ermenîstanêyî nava pirsa normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayêda, Rûbên Rûbînyan gotîye têlêvîzîyona tirkîye NTV ê.
“Em hêvîdarin, wekî pêwandîyên tevî Tirkîyayê wê bi temamî rastbin, dikevine nava kîjanê îzbatbûna pêwandîyên dîplomatîk û vekirina rêyên sînorê tevî Ermenîstanê”,-ewî gotîye.
Li gorî Ermenihaber ê, Rûbînyan gotîye wekî Ermenîstan amadeye bêyî tu qewil-qirara pêwandîya bide îzbatkirinê. Ermenîstan amadeye sînorê tevî Tirkîyayê bide vekirinê û heger xwestina Tirkîyayêye wî cûreyî hebe, ew hemû tişt wê nava wedekî kurtda bibe.
Rûbînyan gotîye,wekî li alîyê ermenîya dergehê Margarayê hatîye daçêkirinê û alîyê ermenî jî hazire ku ew yek wê ji alîyê hevkarên tirkda bê kirinê.Qayîlîya bona daçêkirina pirsa li ser sînor jî hatîye destanînê.







