Paşînyan herdu xalên bi hevra qayîlkirî, yên peymana aşîtîyê, raber kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê,wekî girêdayî wan herdu xalên bi hevra qayîlnekirîra Ermenîstan û Adirbêcan gihîştine qayîlîyê, alîyê ermenî qayîlîya xwe daye.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, serokwezîr derheqa wê têmayêda wextê qisa tevî rojnamevana gotîye.
“Em bêjin,wekî hevraxeberdanên derheqa têksta qayîlnivîsara bona îzbatkirina aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û îzbatkirina pêwandîyên di navbera herdu welatada ser hevda hatine û ez difikirim,wekî ev yek bûyareke girînge”,-Paşînyan gotîye.
Serokwezîr daye bawarkirinê,wekî wê têkstêda tu tiştekî veşartî tune.Ewî daye dîyarkirinê,wekî ew yek hatîye belavkirinê û ew nafikire ku dikarin bêjin wekî civak wê fikira têkstêra nas nîne. “Belê, civakê têkst nexwendîye, lê em nikarin bêjin wekî ew têkstêra nas nîne.Eva îdî sere çar salaye ku em dora vê têkstê danûstandina pêk tînin, ew hemûyara eyane”,- Paşînyan gotîye.
Ewî careke mayîn îzbat kirîye, wekî têkst bona îzbatkirinê amadeye û alîyê ermenî amadeye gotûbêjkirinên dora wedê îmzekirinê û cîhê wê destpêke.
Paşînyan gotîye wekî xalên hevraqayîlkirî derheqa wedê piştî îmzekirina qayîlnivîsara aşîtîyêdane.
“Ji wan herdu xala yek derheqa wê yekêdane ku bi dirêjaya sînor hêzên welatên sêem cîhwar nekin.Ya mayîn ewe ku erzên dijî hevdu, yên ku dane organîzeyên navneteweyî paşda hildin û dijî hev gava nevêjin”,-Paşînyan gotîye.
Serokwezîr serda zêde kirîye, wekî heger qayîlî hatîye destanînê, usaye ew yek dide kifşê ku alîyê azêrî fikirîye wekî ev têkst bona wê dest dide, lê alîyê ermenî jî birîyar kirîye ku têkst wêra dest dide.







