SerekeSîyasî

Serok Barzanî: qerebûkirina malbatên qurbanîyên Helebçeyê li ser milê dewleta Îraqê ye

Serok Mesûd Barzanî di  salvegera 37 emîn ya kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kirîye û tê de gotîye: “Birîn û êşa kîmyabarana Helebçeyê wê her dem û her di dilê hemû kurdan de bimîne û neyê jibîrkirin”.

Serok Barzanî 16 ê adarê di  salvegera 37 emîn  ya kîmyabarana Helebceyê peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” e belav kirîye û tê de gotîye:“Birîn û êşa kîmyabarana Helebçeyê wê her dem û her di dilê hemû kurdan de bimîne û neyê jibîrkirin”.

Serok Barzanî tekez kirîye: “Berpirsiyariya vê tawana li dijî mirovatiyê û encamên wê, heta qerebûkirina malbatên qurbaniyan, li ser milê dewleta Iraqê ye”.

Serok Barznî gotîye: “Di sî û heftemîn salvegera kîmyabarana Helebce de, em silav li giyanê şehîdên Helebce û malbatên şehîd û birîndarên vê tawanê dikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button