SerekeSîyasî

Genel Energy: hilberîna petrolê li Herêma Kurdistanê gihişt 19 hezar bermîlan

Şirketa Genel Energyê ragihand ku ew bi aliyên pêwendîdar re hevdîtinan dikin da ku hinartina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê dest pê bike û hilberîna petrolê ya rojane gihiştiye 19  650 bermîlan.

Şirketa Genel Energyê ya ku li Herêma Kurdistanê karê hilberîna petrolê dike, rapora xwe ya çalakiyên  sala 2024 a eşkere kirîye.

Di raporê de hatîye destnîşankirin ku divê hukumeta Îraqê peymanên ku bi hukumeta Herêma Kurdistanê re hatine îmzekirin nas bike û biparêze.

Şirketê her wiha xwest ku mafên wê yên darayî yên berê werin vegerandin.

Hilberîna petrolê ya rojane gihiştîye 19 650 bermîlan.

Di rapor de amarên li ser hilberîna petrolê ya şirketê ya li Herêma Kurdistanê hatin parvekirin û hat diyarkirin ku hilberîna petrolê ya rojane gihiştiye 19  650 bermîlan.

Hatîye destnîşankirin ku ev reqem li gorî sala borî tê wateya zêdebûneke 58 selefî.

Dahata bi tevahî ya şirketê ya sala 2024 a 74,7 milyon dolar hatîye tomarkirin, ev reqem sala 2023 a yan 78,4 milyon dolar bûye.

Sala 2024 a mesrefên ji bo hilberîna petrolê 17,6 milyon dolar bûn û sala 2023 a yan jî 18 milyon dolar bûn.

Şirketê eşkere kirîye ku di sala 2024 a de, her bermîlê petrola hilberî li bazara navxweyî bi 35 dolaran firotiye.

Di çaryeka yekem ya sala 2023 a yan de dema ku hinartina petrolê berdewam dikir her bermîl bi 47 dolaran dihat firotin.

Hukumeta Herêma Kurdistanê deyndarê wan e

Şirketê ragihand ku ew li ser planekê dixebite da ku darayiyên xwe ji Hukumeta Herêma Kurdistanê wergire.

Genel Energyê eşkere kir ku di sala 2023 a yan de ji hukumeta herêmî 107 milyon dolaran ji ber hilberîna petrolê daxwaz dike û li hemberî vê jî 50 milyon dolar deynê wê li hukumetê heye.

Şirketê diyar kirîye ku ew dixwaze van hesabên darayî hevseng bike.

Naskirina peymanên petrolê

Her wiha di rapora ku hat weşandin de, hat tekîdkirin ku divê hukumeta navendî peymanên petrolê yên ku bi Herêma Kurdistanê re hatine kirin nas bike û mafên darayî yên ji berê ve bên dayîn.

Genel Energy, bi hevkariya şirketa Norwêcî DNO yê li parzûngehên Tawkê û Pêşabûrê yên Herêma Kurdistanê hilberîna petrolê didomîne.

Şirket plan dike ku sala 2025 a bi dahata ku ji parzûngeha Tawkê were bidestxistin mesrefên xwe yên operasyonî dabîn bike.

Genel Energya ku xebatên xwe ji bo destpêkirina ducare ya hinartina petrolê didomîne armanc dike ku çalakiyên xwe yên li herêmê xurt bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button