SerekeSîyasî

Êrdogan di bin zexta kolanan de îstifa nake, hêzên ewlekarî jê re dilsoz in, îhtîmala ku tu tawîz hene: Mêlkonyan

Desthilatdarên Tirkîyayê heta niha kariye rewşa siyasî ya navxweyî di bin kontrola xwe de bihêle û ez bawer nakim ku serokkomarê niha yê vî welatî Êrdogan sîyasetvanek be ku li ber zextên kolanan bin û bi dilxwazî ​​îstifa bike. Di bernameya News.am ê ya bi navê “Faktorê hêz” de dêkanê fakultêya rojhilatnasiyê ya zanîngeha Yêrêvanê ya dewletê, tirkzan Rubên Mêlkonyan nêrîneke wiha anî ziman.

Di nirxandina wî de, di navbera desthilatdariya tirk û mûxalefetê de di asta îdeolojîk de têkoşînek cidî derketiye.Têkoşîna di navbera fikirên îslamîst yên kevneperest û kemalîst yên laîq de ye.

Ewî da zanîn ku Êrdogan dixwaze bi jinavbirina hevrikê xwe yê sereke, şaredarê muxalefetê yê Stembolê Êkrem Îmamoglu, di vê rêyê de serketina xwe yan jî cîgirê xwe misoger bike.

Bi dîtina wî, li Tirkîyayê di qada siyasî de guherîna nifşan çêdibe û him hukumet û him jî opozîsyon amadekariya qonaxa bê dikin.Tirkzan destnîşan kirîye: “Di hilbijartinên pêşerojê de di nav mûxalefetê de namzedê herî reqabetê Îmamoglu ye û îhtîmala cîgirê Êrdogan jî wezîrê karên  der Fîdan e ku di warê retorîkî de ji Êrdogan û Îmamoglu kêmtir e”.

Ewî bi bîr xist ku Îmamoglû ku hevrikekî cidî yê desthilatdaran e, diviyabû di 23 ê adarê de bi awayekî fermî bibûya namzed. Pispor bal kişand ser vê yekê ku Êrdogan bû yê ku carek fikira ku şaredarê Stembolê bi gelemperî dibe serokê dewletê, wek ku hat serê wî, anî ziman.

Di heman demê de Êrdogan jî hat girtin û demekê di girtîgehê de ma. Vê carê hesabê rayedaran ew bû ku baştir e niha li opozîsyonê bixin, di dema ku Îmamoglû şaredar e û di hilbijartinên bê yên serokkomariyê de wek namzedekî hevpar namzed nebûye, bi tohmetbarkirina wî bi gendeliyê lawaz bikin û îmaja wî li ber çavê civakê xera bikin”.

Wî amaje kir ku serokên niha yên Amerîkayê û Rûsyayê wê bi Êrdogan re rehettir bin, lê Avropa (Fransîya, Almanîya û welatên din) wê bi kemalîstan re rehettir bin. Rubên Mêlkonyan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê belê bandora derve li ser pêvajoyên siyasî yên navxweyî yên Tirkiyeyê lawaz bûye û rola artêşê di siyasetê de kêm bûye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button