
Jan-Noêl Baron wezîrê karên derve yê Franîsayê di civîna komîtêya kar û barên derve ya meclîsa neteweyî ya Franîsayê de gotîye: Fransa hêvî dike ku li ser bernameya navokî ya Îranê bigihîje lihevkirinekê, bêyî ku şer û pevçûneke leşkerî li navçê bi pratîkî neçar e.
“Pêşîtiya me ew e ku em bigihin rêkeftinekê ku sînorên demdirêj û verastkirî li ser bernameya navokî ya Îranê deyne. Pencera derfetê teng e. “Tenê çend meh mane ji bidawîhatina rêkeftina ku deh sal berê pêk hat. Heger muzakere bi ser nekevin, rûbirûbûneke leşkerî hema bêje neçar xuya dike, û di warê bêîstîqrara herêmê de bi lêçûnek pir giran e”,- Baron gotîye.
Di sala 2015 a de Îranê, Brîtanîya Mezin, Almanîyayê, Çînistanê, Rûsîyayê, Dewletên Yekbûyî û Fransîyaye plana çalakiya berfireh ya hevbeş îmze kiribûn, krîza ku di sala 2002 a de ji ber sûcên rojavayî yên ku Tehran çekên atomî çê dike dest pê kiribû, bi dawî kir. Lê belê, di sala 2018 de, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê Donald Tramp vekişîna xwe ji plana çalakiya berfireh ya hevbeş û vegerandina hemî cezayên amêrîkî li ser Îranê ragihand.
Di bersivê de, di sala 2020 de, Îranê ragihand ku ew ê sozên xwe yên di çarçoveya JCPOA de kêm bike û gihîştina çavdêrên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî sînordar bike. Danûstandinên ku di salên 2021-2022 de li Viyanayê ji bo vejandina peymana nukleerî hatin kirin, bê encam bi dawî bûn. Donald Tramp piştî ku di sala 2025 a de vegeriya qesira Sipî, fermanek îmze kir ku siyaseta zexta herî zêde li ser Îranê nû kir.
Di 7 ê adarê de Tramp ragihandibû ku wî peyamek ji rêberê olî yê Îranê ayatolah Alî Xamênêyî re şandiye û tê de pêşniyara danûstandinan li ser bernameya atomî kiriye. Tehran diyaloga raste-rast a bi Dewletên Yekbûyî re red kirîye, lê destûr da ku danûstandin bi navbeynkaran bidomin.
Di 30 ê adarê de Tramp ragihandibû ku heger danûstandinên navokî bi ser nekevin wê di nav du hefteyan de baca gumrikê li ser Îranê deynin.Ewî herwiha gef li Îranê xwar ku heger Îran bi temamî dev ji rêkeftinê berde, wê bombebaran bike.







