H’emû nûçeSereke

Li Amedê wê “Komxebata perwerdeya bi zimanê zikmakî” bê lidarxistin

Bi pêşengîya Şaxa Egîtîm-Senê ya Amedê wê 12-13 ê nîsanê bi navê “Di perwerdeya bi zimanê zikmakî de ber bi çareserîyê ve: derfetên heyî, astengî, pêşnîyarî” komxebatek bê lidarxistin.

Şaxa Egîtîm-Senê ya Amedê bi armanca dabînkirina wekhevîya di perwerdeyê û aşîtîya civakî de wê komxebatê li dar bixe.

Komxebata ku wê 12-13 ê nîsanê li navenda kongre û çandê ya ÇandAmedê bê sazkirin, bi beşdarîya nûnerên sazîyan bê lidarxistin û li ser medyaya civakî jî bê weşandin.

Hevserokê Şaxa Egîtîm-Senê ya Amedê Serhat Kiliç di konferansa çapemenîyê ya ji bo ragîhandina komxebatê de axivîye û gotîye:

“Em dixwazin di vê komxebatê de nêrînên xwe yên li ser pêvajoya aşîtîyê ji pêrspêktîveke cuda parve bikin û ji herêmê li mijaran binêrin û vê jî bi gelek sazî û kesên cuda re nîqaş bikin.

Em dizanin ku ji bo pêkanîna aşîtîyeke mayînde, divê hemû partîyên wê civakê û gelên wê xwe bi hemû rastîyên xwe ve bibînin.

Ev rastî çand e, dîrok e, ziman e, heta jîyan bi xwe ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button