H’emû nûçeSereke

Carina agirkirinên nehedefkirî diqewimin:wezîreta Ermenîstanêye parastinê

Bi axaftina derheqa agirkirinên azêrîyaye van axirîyaye berbi Syûnîkê, wezîreta Ermenîsîtanêye parastinê bersiva pirsa radyoya “Azaî” ê daye û daye dîyarkirinê,wekî carina agirkirinên nehedefkirî tên mîyaserkirinê.

Wezîretê usa jî elam kirîye,wekî heger agirkirinên bi întênsîvî diqewimin, yanê jî ew yên hedefkirîbin, wezîret bi elametîyêva pêşda tê.

Nenihêrî elametîyên derheqa îmzekirina peymana aşîtîyê, agirkirinên li ser sînor nasekinin.Berbanga 5 ê nîsanê li gundê Syûnîkêyî Xnasaxê dîsa agirkirinên ji alîyê azêrîyada hatine bihîstinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button