Bandora raste-rast ya bacên nû yên amêrîkî li ser Ermenîstanê wê pir sivik û biçûk be: Don Lambêrt

Don Lambêrt, serokê mîsyona daîmî ya banka pêşketinê ya Asyayê li Ermenîstanê, di wê baweriyê de ye ku bandora raste-rast ya bacên nû yên ku ji hêla serokê Dewletên Yekbûyî yên Emêrîkayê Donald Trump ve li ser Ermenîstanê hatine sepandin, wê hinekî sivik û hindik be.
Don Lambêrt di civîna çapemeniyê ya ku li ofîsa banka pêşketinê ya Asyayê hatîye organîzekirin, li ser pirsa “Armenpress” ê ya derbarê sepandina baca 10 çelefê ya ji aliyê serokê Dewletên Yekbûyî ve wê çi bandorê li ser Ermenîstanê bike bersiv daye.
Li gorî wî, bandora bacên amêrîkî dikare hem raste-rast û hem jî neraste-rast be.
“Analîzên me nîşan didin ku bandora raste-rast ya bacên nû yên amêrîkî li ser Ermenîstanê wê hindik û sivik be”. Ji aliyê dîrokî ve, Dewletên Yekbûyî ne hevparê sereke yê bazirganiyê yê Ermenîstanê ye û para Dewletên Yekbûyî di hevsengiya giştî ya têkiliyên bazirganî û aborî de ne zêde ye. Rêvebirê nûneratiya daîmî ya banka Asyayê ya li Ermenîstanê gotîye: “Li Ermenistanê rêjeya baca gumrikê wê 10 selef be, ev jî li gorî gelek welatên din gelekî kêmtir e”.
Ji bo bandora neraste-rast, li vir, li gorî Lambert, hesab pir tevlihevtir in.
“Ji ber ku bacên nû yên amêrîkî bandorê li hejmareke pir hevalbendan dike, dijwar e ku meriv pêşbîniyên taybetî di derbarê bandorên muhtemel de bike, ku hawîrdora aborî ya giştî li ber çavan bigire.” Mînak, Ermenîstan hewl dide têkiliyên bi Yekîtiya Avropayê re xurt bike, ji ber vê yekê, li gorî bandora baca gumrikê ya li ser aboriya welatên avropî, ev yek wê neraste-rast bandorê li aboriya Ermenîstanê jî bike”,-rêveberê mîsyona daîmî ya banka pêşkeftina Asyayê ya li Ermenistanê diyar kirîye.
2 ê nîsanê, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê Donald Trump fermanek îmze kirîye ku li ser kelûmelên ku ji welatên din têne îtxalkirin bacên berevajî ferz dike da ku li şûna kêmasiyê zêdebûnek çêbike. Rêjeya herî kêm ya bingehîn wê 10 selef be. Lê belê, piraniya welatan wê bi bendek bilindtir re rû bi rû bimînin. Ji bo Ermenîstanê 10 selef bac hatîye danîn.
Wê baca gumrikê ya kelûpelên Yekîtiya Avropayê bigihêje 20 selefî. Rayedarên gelek welatan tedbîrên tolhildanê ragihandine.







