
Wezîreta pêşmergeyan ragihand,hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê li rojavayê çemê Dîcleyê operasyoneke lêgerîn kirin.
Wezîreta pêşmerge di daxuyanîyekê de ragîhand, hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê 21 ê nîsana li mihwerê 8 ê li rojavayê çemê Dîcleyê, opêrasîyoneke lêgerîn pêk anîn.
Dîyar kirîye, lîwayên pîyade yên 8 a û 27 a, fewca komando ya firqeya 3 a ya pîyade ya wezîreta pêşmerge û lîwaya 15 a artêşa Îraqê beşdarî opêrasîyonê bûn û lêgerîneke berfireh li baregeh û veşartgehên têrorîstên DAÎŞ ê kirin.
Tekez kirîye: “Armanca opêrasyonê, paqijkirina herêmê ji bermahîyên têrorîstan, dabînkirina ewlehî û aramîya zêdetir ji bo niştecîhên herêmê, nehîştina gefê û pêşîgirtina li çalakî û tevgerên têrorîstan bû”.







