H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê alîkarîya  49 mîlyon dramanî bide gelê Sûrîyayê

Ji fonda rêzêrvê ya hukumetê wê 49 mîlyon dram ji bo wezîreta karên navxweyî bê veqetandin. Ev  pere ji bo raberkirina alîkarîyên mirovî ji binelîyên Sûrîyayê re tê bikaranîn.

“Hukumeta Komara Ermenîstanê di çarçoveya alîkarîya însanî de wê xwarin û dermanan bide kesan û hewcedarîyên wan yên bingehîn yên civakî-aborî pêk bîne”,- hinceta projeya ku ji alîyê wezîreta karên navxweyî ve hatîye raberkirin tê gotin.

Hukumetê 21 ê adarê jî dîsa alîkarî şandibû.

Bar bi rêya nuqteya kontrolê ya Margarayê ya li ser sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê hatibû veguhestin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button