Kesên bîyanî îdî wê karibin xwe li Ermenîstanê bidin naskirin û nasnameya Mobile ID bistînin

Hukumetê civîna xweye 23 ê nîsanê biryarek da ku bîyaniyên ku xwedîyê karta îqameya li Komara Ermenîstanê yan jî sêrtîfîkayeke ku qanûnîbûna rûniştina wan li Komara Ermenîstanê tesdîq dike, bên naskirin û nasnameya Mobile ID bistînin. Ev ê bihêle ku ew kar û barên serhêl yên dewletê bikar bînin.
Tê gotin ku li gorî rêziknameyên qanûnî yên heyî, tenê hemwelatîyên Komara Ermenîstanê yên ku karta nasnameyê wergirtine, dikarin serlêdana nasnameya Mobile ID bikin û bistînin. Di heman demê de, zêdebûna xizmetên dewletê yên serhêl derfeteke çêkirîye ku van kar û baran ji bîyanîyên ku bi qanûnî li Ermenîstanê dimînin peyda bikin.
Li gor rêziknameyên qanûnî yên heyî, bîyanî dikare hem bi xwe û hem jî bi rîya kesekî destûrdar daxwaznameyeke ji bo statûya rûniştinê raber bike û karta rûniştinê werbigire. Bîyanîyê ku bi qanûnî li Komara Ermenîstanê ye û niştecî ye jî maf heye ku bi rîya kesekî destûrdar jimareyek kar û barên giştî werbigire.
Di vê navberê de, kar û barên serhêl yên dewletê tenê bi karanîna amûrên nasnama hişk têne peyda kirin, ji ber vê yekê vê biryarê ji bo bîyanîyan rêziknameyên guncaw destnîşan kirîye, ango, yên paşîn piştî ku di pergala qeydkirina bîyaniyan de li ser nasnameyê ji hêla xizmeta koç û hemwelatîbûnê ve têbinîyek têkildar li ser nasnameyê çêbike, ji bo vê yekê divê bîyanîyê pêşî li wezîreta kar û barên navxweyî xuya bike, serlêdan û nasnameya Mobile ID werdigire.







