Şehrîbana Kurdî li Zaxoyê beşdarî fêstîvala şal û şepik dibe

Sêyemîn fêstîvala şal û şepik li Zaxoyê dest pê dike û hunermend Şehrîbana Kurdî ya ji Bakurê Kurdistanê tê de beşdar dibe û hejmareke stranên gelêrî ji bo hizkiriyên xwe bibêje.
Şehribana Kurdî 28 ê nîsanê ji K24 re gotîye: “Ez 17 sal in neçûme Zaxoyê. Niha ev bajar pir pêşketî ye û gelek guhertin lê çêbûne. Ez dilxweş im ku careke din hatimê”.
Şehribana Kurdî dibêje: “Ez ê bi çend stranên taybet beşdarî sêyemîn fêstîvala şal û şepikê bibim, stran folklorî ne û hin jî stranên nû ne”.
Serpereştyarê fêstîvala şal û şepikê li Zaxoyê Dilxwaz Mûsa roja 22 ê nîsanê ji K24 re gotibû: “Komên dengbêjiyê ji çend herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê dê beşdar bibin. Hesen Şerîf û Şehrîbana Kurdî wê herdu rojan stranên kurdî pêşkêş bikin.
Fêstîvala şal û şepikê wê îro dest pê bike û wê du rojan bidome.
Şehrîbana Kurdî
Ew hunermendeke Bakurê Kurdistanê ye, ji gundekî girêdayî Mêrdînê ye û sala 1973 a li Îzmîrê ji dayik bûye. Heta niha hejmareke albûm derxistine.







