H’emû nûçeSereke

Zanîngeha Yêrêvanêye bijîşkîye dewletêye ser  navê Mxîtar Hêrasî ya herî zû pêşkeftî ye li herêma Sovyêtê: Oncodaily

Zanîngeha Yêrêvanêye bijîşkîye dewletêye ser  navê Mxîtar Hêrasî ya herî zû pêşkeftî ye li herêma Sovyêta berê.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda oncodaîly.com ê ragîhandîye.

Ev nirxandin li ser bingeha lêkolîneke mezin e ku encamên zanistî yên ku ji hêla zanîngehên bijîjkî ve, û hem jî zanîngehên bi fakûlteyên bijîjkî ve, li seranserê herêma Sovyêtê têne hilberandin, analîz kirîye.

Ew bi karanîna gotarên ku di kovarên zanistî de hatine weşandin ji hêla pirtûkxaneya neteweyî  ya Dewletên Yekbûyî ve hatine pîvandin.

Di navnîşa zanîngehên ku zûtirîn mezin dibin, zanîngeha  Yêrêvanêye bijîşkîye dewletêye ser  navê Mxîtar Hêrasîye,dûra   zanîngehên Latvîyayê, zanîngeha bijîşkî ya Samarayêye dewletê, zanîngeha Sankt Pêtêrbûrgêye dewletê, zanîngeha  Novosîbîrskêye dewletê û zanîngeha Vîlnyûsê tên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button