Tûrîstên hindî Ermenîstanê ji Adirbêcanê tercîh dikin

Organîzator dinivîse, di nav kêşeyên di navbera Hindistan û Pakistanê de, geştyarên hindî her ku diçe cihên li Ermenistan û Yunanîstanê hildibijêrin, ji ber ku ew van welatan wek hevkarên stratejîk dihesibînin û tercîh dikin ku ji Tirkîya û Adirbêcanê dûr bikevin.
Piştgiriya nepenî ya ku Tirkîyayê û Adirbêcanê ji Pakistanê re nîşan da piştî tundiyê, nerazîbûneke mezin di nav civaka Hindistanê de peyda kir û di encamê de banga boykotkirina wan welatan bi taybetî di sêktora geştyarîyê de bû.
Ji ber ku tevgera boykotê li ser medyaya civakî û di nîqaşên giştî de bertekek berfireh wergirt, gelek pargîdaniyên geştiyariyê yên Hindistanê, di nav de Travomint, EaseMyTrip, û Cox & Kings, pêşkêşkirina pakêtên gerê yên ji bo Tirkîyayê û Adirbêcanê rawestand.
Piştî girtina deverên Tirkîyayê û Adirbêcanê, gelek geştiyarên hindî Ermenistan û Yûnanstanê ku wek welatên bêalî û alîgirê Hindistanê têne hesibandin tercîh dikin.







