
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Têhranê bi wezîrê Îranêyî karên der Abas Eraxçî re civiyaye.
Nêçîrvan Barzanî û Abas Araxçî bihêzkirina pêwendiyên dualî û çawaniya bipêşxistina hevkariya hevbeş ya di warên cure-curede gotûbêj kirine.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê X ê li ser civînê gotîye:
“Ez kêfxweş im ku min hevdîtineke bi encam bi wezîrê Îranêyî karên der birêz Abas Araçî re hebû.
Di vê hevdîtinê de me bîr û rayên xwe li ser xurtkirina pêwendiyên dualî yên li ser bingeha cînartîya baş û berjewendîyên hevbeş anîn zimên.
Her wiha me tekezî li ser girîngiya guherina bîr û rayan û têgihiştina hev beş kir ji bo parastina aramî û seqamgîriya herêmê, bi rengekî ku ew hewldan li gel mîsogerkirina berjewendiyên gel û welatên herêmê de hevterîb bin”.
Li alîyê din, serokatîya Herêma Kurdistanê jî li ser civînê gotîye, “Her du aliyan pesina têkiliyên dêrîn yên di navbera Îranê û Herêma Kurdistanê de kir û tekezî li ser daxwaza dualî ji bo pêşvebirina têkiliyên dualî kir bi rengekî ku xizmetê ji bo seqamgîrî û berjewendiyên hevbeş yên Îranê û Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve bike”.
Gotûbêjkirina rewşa herêmê bi giştî mijareke din ya hevdîtinê bû.
Nêçîrvan Barzanî bi vexwendineke fermî gihîştîye Têhrana paytexta Îranê û beşdarî li foruma dîyalogê ya Têhranê bûye û di forumê de li ser rewşa herêmê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û Hewlêr û Têhranê gotarek raber kirîye.







