SerekeSîyasî

Aras Celal: 800 kurdên êzidî di girtîgehên Îdlibê de nin

Berdevkê rêxistina bipêşxistina mafên mirovan ya navneteweyi Aras Celal gotîye: “Heta îro nêzîkî 800 kurdên êzidî di zîndanên desthilata heyeta Tehrîr El Şamê de li Îdlibê mane”.

Aras Celal gotîye ku zêdetirî 5 hezar kurd li Efrînê, Serê Kanîyê û Dêrezorê hatine zîndankirin.

Çalakvanê mafên mirovan Aras Celal ji Bêyrûta paytexta Libnanê bû mêvanê bûlêtêna Rojavayê Kurdistanê û behsa çarenivîsa bi hezaran kurdên êzidî û welatîyên din yên Rojavayê Kurdistanê kirîye.

Aras Celal gotîye:”Heta îro çarenivîsa 2 150 kurdên Rojavayê ne dîyar e ku ji alîyê çekdarên DAÎŞ ê ve hatine revandin”.

Berdevkê rêxistina bipêşxistina mafên mirovan ya navneteweyî di berdewamîyê jî de gotîye:

“Ewên ku ji alîyê artêşa niştimanî ya Sûrîyayê hatine desteserkirin, 5 400 welatîyên sîvîl yên kurd in, di nav wan de 275 jin û 250 zarok hene.

Ew kesên ku ji alîyê DAÎŞ ê ve hatine windakirin, piranîya wan li Helebê, Kobanîyê û Reqayê hatine desteserkirin.

Ew kesên ku ji alîyê komên çekdar yên din ve hatine desteserkirin jî xelkê Efrînê, Girê Spî û Serê Kanîyê ne”.

“800 kurdên êzdî li Îdlîbê di girtîgehan de nin”.

Li gorî gotina Aras Celal heta îro zêdetirî 2 hezar kurdên êzidî winda ne, piranîya wan ji alîyê heyeta Tehrîr El Şamê ve salên 2017-2019 a de hatine desteserkirin û niha li parêzgeha Îdlîbê ya Sûrîyayê di girtîgehan de nin.

Aras Celal di berdewamîyê jî de gotîye:”Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, zîndanî hatin berdan lê zindan û zîndanîyên desthilata heyeta Tehrîr El Şamê wekî xwe man.

Li gorî zanyariyên me zêdetirî 800 êzidî di girtîgehên Îdlibê de nin”.

Çalakvanê mafên mirovan Celal dîyar kirîye ku her çend niha serokkomarê Sûrîyayê Ahmed Şer bûbe serokê giştî yê Sûrîyayê jî lê li Îdlîbê tu guherîna îdarî pêk nehatîye heman sîstêm û grûpa çekdarî ya HTŞ ê berdewam dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button