H’emû nûçeSereke

“Qehremanê  dêmokrasîyê” yê  Adirbêcanî Ermenîstanê tehdîd dike:  fonda “Gêxard”

Di dema “Konfêransa sêyemîn ya mirovahîyê sala  2025” a de ku ji alîyê ofîsa  Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê  ya ji bo sazîyên dêmokratîk û mafên mirovan li Vîênayê hatîye lidarxistin , serokê înstîtûta dêmokrasî û mafên mirovan ya Adirbêcanê Ahmed Şahîdov, bi eşkere gef li Ermenîstanê xwarîye.

Li gorî rapora “Armenpress” ê, ev yek ji alîyê fonda zanistîanalîtîk “Gêxard” ê ve hatîye ragîhandin û tekezî li ser wê yekê kirîye ku armanca konfêransa navborî pêşxistina tolerans û têkoşîna li dijî cudaxwazîyê li herêma Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê ye.

Bi taybetî di axavtina xwe de Şahîdov wiha gotîye: “Di şerê bê de dibe ku Ermenîstan serwêrîya xwe bi temamî ji dest bide û artêşa Adirbêcanê li Yêrêvanê çaya tirkî vexwe, li mizgefta Şîn ya Yêrêvanê nimêjê bike.

Fonda «Gêxard»  ragîhandîye: “Gefên Şahîdov bi zelalî sîyaset û nîyeta Adirbêcanê ya rastîn nîşan dide”,- fonda «Gêxard»   bang li berpirsê Adirbêcanê kirîye ku xwestekên xwe yên vexwarina çayê û nimêjê tenê li ser axa Adirbêcanê pêk bîne.Fondê li ser mijarê gotarek weşandîye, ku em li jêr bi tevahî  raberî we dikin.

Serokê înstîtûta dêmokrasî û mafên mirovan ya Adirbêcanê Ahmed Şahîdov, bi eşkereyî di dema “Konfêransa mafên mirovan ya sêyemîn sala 2025” de ku ji alîyê  Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayêda wha gotîe: “Şerê bê de Ermenîstan bi temamî serwêrîya xwe winda bike û artêşa Adirbêcanê li Yêrêvanê çaya tirkî vexwe, li mizgefta Şîn ya Yêrêvanê nimêjê bike, di dema şerê din de dibe ku Ermenîstan bi temamî winda bike”.

Konfêransa bi sernavê “Tevlîhevî wek navgînek pêşdabirina tolêrans û têkoşîna li dijî cîhêkarîyê” danişînên li ser têkoşîna li dijî bêtolêrans û cudaxwazîyê bi awayekî  berfireh li herêma Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê, pêşxistina tevlêbûnê bi rêya dîyalog û hevkarîyê di navbera olan û navçandî de, û pêşxistina nêzîkatîyên wekhevîyê û pêşxistina nêzîkatîyên ji bo tevlêbûna sîyasetê.

Nûnerên rêxistinên sîvîl yên ermenî yên beşdarî çalakîyê bûne, mijarên têkildarî mafên penaberên ermenî, sûcên şer yên ku ji alîyê Adirbêcanê ve hatine kirin, û wêrankirin û desteserkirina mîrateyên gîyanî, çandî û olî yên ermenî, ku hewcedarîya wan bi naskirin û çareserkirina navneteweyî heye, anîn ziman.

Rastîya ku Ahmed Şahîdov, ku xwedîyê helwesteke nehevseng, êrîşkar e, serokê “Înstîtûta Adirbêcanê ya ji bo dêmokrasî û mafên mirovan” e, şahîdîya wê yekê dike ku “dêmokrasî” li Adirbêcanê heman xuyan û têgihîştina ramana “cînarê Adirbêcanê” ye. Eva dawî bi gefxwarina artêşa Adirbêcanê ya ku li paytexta Ermenîstanê “çayê” vedixwe, tê îfadekirin.

“Em bang li Ahmed Şahîdov dikin ku xwesteka wan ya vexwarina çayê û kirina nimêjê tenê li ser axa Adirbêcanê bi cîh bîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button