
Bekû bi fermî dest bi veşartina hinartina pêtrolê ya ji bo Îsrayêlê dike.Sedema vê jî nerazîbûna raya giştî ya li Tirkîyayê ye.
Adirbaycanê soz daye Têl Avîvê ku tevî zextên Tirkîyayê, ew ê berdewam bin li ser dabînkirina pêdivîyên pêtrolê yên Îsrayêlê.Derheqa wê yekêda çevkanîyeke hukumeta Îsrayêlê ragîhandîye.
Bîr bînin ku komîtêya dewletê ya gumrikê ya Adirbêcanê vê dawîyê raporek li ser opêrasîyonên bazirganîya der ya çaryeka ewil ya sala 2025 a weşandîye. Vê belgeyê de Îsrayêl di nav welatên ku pêtrolê ji Adirbêcanê dikirin cîh nagire.
Li gor rojnameya îsraêlî Haaretz ê, tevî bangên Enqereyê yên ji bo sînordarkirina hinardekirinê, Bekûyê piştrast kirîye ku hinartina pêtrolê ji bo Îsrayêlê ranewestîye.
Alîkarê serokkomarê Adirbêcanêye sîyasîya der Hîkmêt Hecîyêv bal kişandîye ser vê yekê ku hevkarîya bi Îsrayêlê re rastîyeke demdirêj û zelal e û rexneyên Tirkîyayê “li Bekûyê dibe sedema matmayînê”.







