Serokwezîrekî niha + 2 namzed = ?: “Arîtmêtîka împîçkirinê” de rêzeke nîşaneyên pirsê

Hilbijartinên bê yên meclisa neteweyî tam salek maye, bîr û hesabê serokê meclisa neteweyî ya Ermenîstanê Alên Simonyan di nivîsa xwe ya li ser kanala Telegramê de kirîye. Li gorî Sîmonyan, hilbijartinên pêşwext yên neteweyî 7 ê hezîranê de ne. Serokê parlamêntê , di çarçoveya geşedanên ku fraksîyona “Şerefa min heye” namzetek ji bo serokwezîrtiyê destnîşan kirîye û bi vî awayî dest bi împîçkirinê kirîye, ev yek anî ziman. Di rastiyê de bêbawerîya bi serokwezîr ne tenê gaveke sîyasî ye. Di heman demê de rêgezên qanûnî yên ku ji bo muxalefetê ne hêsan e û di rastîyê de dibe sedema nakokîyên di navbera wan de.
Di pêvajoya bêbawerîya bi serokwezîr de ji qada muxalefetê 2 namzet ji bo serokwezîrtiyê hatin diyarkirin. Parlamêntarên ji “Peymana sîvîl” hatin îxrackirin, Hovîk Agazaryan û Hakob Aslanyan, ku niha di statuya wekîlên serbixwe de ne, beriya niha bi du hefteyan serokê partiya “Ermenistana ronî” Êdmon Marukyan wek namzed ji bo serokwezîrtiyê destnîşan kirin û pêşniyar kirin ku qada muxalefetê li dora wî bibe yek.
Di vê navberê de, fraksîyona “Şerefa min heye” ku di nava gotegotên nêzîkî mehekê de dihatin belav kirin, ji bo rê li ber astengiyên sîyasî bernedin û li benda pêşniyara fraksîyona “Ermenistan” bû, biryar da ku şaredarê niha yê Masîsê Davîd Hambarzumyan ji bo posta serokwezîrtiyê destnîşan bike.
Lê di vê proseyê de çend pirs derdikevin holê û ya yekem ew e ku gelo dengên opozîsyona parlamêntoyê têra destpêkirina împîçkirinê di organa yasayî de ye yan na.
Ji bo muxalefetê astengiyek qanûnî
Pêvajoya qanûnî wiha ye:
1/3 ji parlementeran, 36 parlemêntar, divê pêşnûmeya biryarnameya meclisa neteweyî ya der barê bêbaweriyê bi serokwezîr ku namzedê serokwezîriyê nû diyar dike raber bikin. Mijara bêbawerîyê bi serokwezîr piştî 48-50 sehetan di civînên dahatî yên civata niştimanî de tê gotûbêj kirin û heger di wan şert û mercan de rûniştinên asayî neyên lidarxistin, bi hêza qanûnê di civîneke taybet ya civata niştimanî de yekser tê lidarxistin.
:
48-72 sehetan piştî raberkirinê pêşnûme dikeve dengdanê. Biryar bi dengdana navborî, bi piraniya giştî ya parlamêntaran, 54 dengên erê tê dayîn. Heger pêşnûme neyê qebûlkirin, nîqaşa mijarê temam bûye, pêşnûme ji tîrajê tê derxistin û pêşnûmeyeke bi vî rengî herî kêm piştî şeş mehan dikare bê raber kirin.
Opozîsyona parlemanî di qonaxa yekem ya pêvajoyê de, bi vî awayî, pirsgirêka ewlekirina hejmaran heye: gelo wê 36 îmzeyên pêwîst ji bo danasîna proje-qanûnê bidest bixin? “Şerefa min heye” bi îmzeya 6 wekîlên xwe û fraksîyona “Ermenîstan” jî bi 28 îmzeyên ku berê soz dabûn vê pirsgirêkê çareser nakin. “Peymana sîvîl” dibêje ku rêzên wan bê şikestin, lê wê parlamêntarên serbixwe çi biryarê bidin, ev pirsek e. Derketiye holê ku “qedera” împîçkirinê ji alîyê têorîk ve di destê wan de ye.
Îdîakirin sedema “qelaştina maskê” û “desthilatdariya sîyasî” ye.
Di rastiyê de ev wêne derketiye holê: ji 4 parlamêntarên serbixwe yên meclisa netewî du namzedên xwe yên serokwezîriyê hene û li gorî rêgez pêwîstî bi formûlasyona qanûnî dane. Nêzîkî mehekê ye ku li ser împîçkirinê axaftin tê kirin, lê fraksîyonên “Şerefa min heye” û “Ermenîstan” nikarin xaleke hevpar bibînin. Di van şert û mercan de Hovîk Agazaryan û Hakob Aslanyan yên ku ji “Peymana sîvîl” hatin îxrackirin û statûya wekîlên serbixwe wergirtin, biryara namzetê xwe dan. Agazaryan namzedîya serokê partiya “Ermenîstana ronî” û balyozê berê yê bi erkên taybet Êdmon Marûkyan wek namzediya herî baş dibîne.
“Ew ne Nikol-2 ye, lê Nikol 10 carî ji Nikol bihêztir e”.
Lê belê opozisyona parlamêntoyê ji bo piştgirîkirina wî namzedê lez nedikir. Marûkyan ne tenê hevkarên xwe yên li qadê, rojnamegeran jî hêrs kirîye.
Bipirsin, ji min re bibêjin, wek mînak çima heta niha hêzên dervayî parlamêntoyê daxuyanî nedane ku piştgiriyê didin wan, dipirsin îmzeyên “Şerefa min heye”, îmzayên bloka “Hayastan” ê li ku ne, ji we dipirsin Nikol Paşînyan çawa ye? Ev karê we ye”.
Parlamenterê serbixwe Hovîk Agazaryan ragihandîye ku ew ê piştgiriyê nedin namzedê serokwezîriyê ku ji alîyê fraksîyona “Şerefa min” ve hatîye dîyarkirin, ji ber ku ew xwediyên xwe ne û wê pêvajoyeke paralel bimeşînin û amaje bi wê yekê dikin ku, di nirxandina wan de, serokwezîr ji bernameya 5 salî ya hukumetê dûrketiye.
“Şerê” navbera komên “Ermenîstan” û “Şerefa min heye”.
Piştî nîqaşên nêzîkî mehekê li ser guncawbûna destpêkirina pêvajoya bêbaweriyê, her du fraksyonên opozîsyona parlamêntoyê gihîştine qonaxeke nû. “Şerefa min heye” dema niha wek dema guncaw ji bo împîçkirinê dihesibîne û amade bû ku namzedekî ji bo serokwezîrtiyê red bike, heger tenê pêvajoyeke hevbeş dest pê bike. Lê belê ji ber ku ti gav ji alîyê fraksiyona “Ermenîstan” ve nehat avêtin, wan biryar da ku înîsiyatîvê bikin û namzedê xwe ji bo serokwezîrtiyê destnîşan bikin û şaredarê Masîs hilbijêrin.
Seroka fraksîyona “Ermenistan” Sêyran Ohanyan beriya niha jî piştrast kiribû ku ew amade ne ku di demek maqûl de îmzeyên 28 parlamêntaran bi dest bixin da ku di meclisa neteweyî de dest bi împîçkirinê bikin.
Fraksîyona “Ermenistan” ê, pêrspêktîva împîçkirinê cuda difikire. Li gorî Artur Xaçatryan, heger ew înîsiyatîvê li parlamentoyê bixin dewrê jî, wê pirsgirêkên wan yên cidî yên heyî yên têkildarî qebûlkirina wê hebin.
Ji 54 parlamêntaran şert û mercên pir taybet hene. Ji 54 parlamêntaran 4 parlamêntarên serbixwe hene, ez nizanim ka wê çawa dengê xwe bidin. Niha tiştek gotin, sibê dibe ku tiştekî din bêjin. 6 kes ji “Şerefa min heye”, 28 kes ji bloka “Ermenîstanê” ne. 20 parlamêntar ji bo 1-2 parlamêntaran tune ne. Heger pêvajo wek ku destpêkeran texmîn dikin nemeşe, yekane yê ku jê sûdê werdigire wê Nîkol Paşînyan be”.
Û tîma sîyasî ya desthilatdar piştrast dike ku ew ji nîyeta opozîsyonê ya bêbawerîyê bi serokwezîr re nîgeran in. Herî kêm parlamêntar Hasmik Hakobyanê bi bîr xist ku fraksiyona “Şerefa min heye” kê wek namzed destnîşan kiriye: “Davîd Hambarzumyan yek ji wan kesan e ku dema serokê civatê bû, xaçerêyan digirt û ji welatîyan qedexe nedikir ku werin û beşdarî mîtîngên rojên şoreşê bibin. Li Yêrêvanê çalakiyên bêîteatiyê li dar dixistin û niha jî ji bo ku kesekî wiha bînin, wekî namzedê serokwezîrtiyê bidin nasîn, ez nizanim çi dibe bila bibe, pêvajoya împîçkirinê bi ser nakeve. Ji ber ku avêtina gavên wiha tê wateya piştgirîkirina we”.
Nûnerê desteya cîbicîkar,wezîrê îdareya herêmî û binesaziyê David Xudatyan jî di wê baweriyê de ye ku tu hincetên bêbaweriyê bi hukumet û Serokwezîr re tune.
“Em di wê baweriyê de ne ku proseya împîçkirinê dê têk biçe, em bi aramî xwe ji bo hilbijartinên parlamentoya sala 2026 a amade dikin, di wê baweriyê de ne ku em ê bi 50+1 dengan bi ser bixin”.
Xudatyan encamên hilbijartinan li Gumirîyê û Parakarê nîşaneya berovajî vê yekê nabîne, ji ber ku li gorî wî hilbijartinên herêmî, biçûk û şexsî ne rêkûpêk in. Endamên hêza sîyasî ya desthilatdar jî îdia dikin ku di çarçoveya dadgeha destûra bingehîn de mijara bêbaweriyê ji serokwezîr re nehatiye nîqaşkirin. Herî kêm çend roj berê serokê parlamêntê di notekê de bi bîr xist ku ji hilbijartinên parlamêntoyê re tam salek maye. Hilbijartinên bê wê di 7 ê hezîranê de bên kirin.







