
Ajansa nûçeyan ya “Reuters” ê ragihandîye, balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê, dest bi amadekariyên valakirinê dike.Jêderekî ji nav balyozxaneyê jî ev agahî ji K24 ê re piştrast kirîye.
Ajansa “Reuters” ê 11 ê hezîrana sala 2025 a, li ser zimanê jêderên îraqî û amerîkî belav kiriye, balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ji ber metirsîyên ewlehiyê yên zêde bûne, dest bi amadekarîyên valakirinê dike.
Ji alîyekî din ve, jêderekî ji nav balyozxaneyê ji K24 ê re eşkere kirîye ku ev amadekarî ji tirsa êrîşên leşkerî tên kirin. Da zanîn jî, balyozxane wê karmendên xwe bi du qonaxan kêm bike.
Heman jêderî tekez kirîye, amadekarîyên ji bo valakirinê ji îro ve dest pê dikin.
Peyamnêrê K24 ê li Bexdayê jî da zanîn, metirsîyeke cidî li ser balyozxaneyê hebûye û gotîye: “Amerîkayê çend caran hişyarî dabû komên çekdar û gotibû, heger êrîşî balyozxaneyê bikin, wê bertekeke wan ya leşkerî hebe”.







