
Berdevka Partîya Wekhevî û Dêmokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşêgul Doganê ragîhandîye, rêberê girtî yê PKK ê Abdullah Ocalan ji bo gotûbêjkirina pêvajoyeke nû ya aşîtîyê, daxwaza hevdîtinê bi serok Mesûd Barzanî re kirîye.
Ayşêgul Dogan 11 ê hezîranê di konfêranseke rojnamevanî de, derbarê hewldanên nû yên aşîtîyê li Tirkîyayê û Bakûrê Kurdistanê û hevdîtinên xwe yên bi Ocalan re axivîye.
“Ocalan dixwaze pêwendîyê bi serkirdeyên kurd re bike”
Doganê gotîye, Abdulah Ocalan girîngîyeke mezin dide hevdîtin û dîyalogê bi hemû alîyên kurdî re û wiha axivîye: “Birêz Ocalan dixwaze bi berpirsên sereke yên partîyên kurdî re têkilîyê dayne û biaxive, di nav de serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mezlûm Ebdî û Bafêl Talebanî”.
Berdevka DEM Partîyê tekez kirîye: “Em jî vê yekê dixwazin, ji ber ku girîngîyeke wê ya mezin ji bo pêvajoyê heye û heger heye ku di rojên pêş de ev yek pêk bê”.
Doganê herwiha dîyar kirîye, ew amadekarîyan dikin ku di demeke nêz de careke din serdana Îmralîyê bikin û gotîye: “Em ê bi birêz Ocalan re qonaxa bê ya pêvajoya aşîtîyê gotûbêj bikin”.
Banga avakirina komîsyoneke parlemanî
Li ser gavên pêşerojê yên pêvajoyê, Doganê bal kişand ser pêwîstîya damezirandina mêxanîzmeke fermî û gotîye: “Pêvajoyekê dest pê kirîye, birêz Ocalan bang kirîye û PKK ê kongreya xwe lidar xistîye. Baş e, qonaxa paşê wê çi be? Di rastîyê de bersiva van pirsan, avakirina komîsyoneke parlamanî ye ji bo birêvebirina pêvajoyê”.
Di dawîya axaftina xwe de, Doganê bang li serokê parlamantoya Tirkîyayê kirîye û gotîye: “Pêwîst e berîya destpêkirina betlaneya havînê ya parlamanê, ev komîsyon bê avakirin û civîneke derbarê şêwaza karê wê de bê lidarxistin”.
Heta niha şandeya DEM Partîyê, derbarê pêvajoya nû ya aşîtîyê de, pênc caran li girava Îmralîyê bi Abdulah Ocalan re civîya ye.







