H’emû nûçeSereke

Fêstîvala çandê û xwarinê yên ermenî û netewên kêmjimar wê li Arznîyê bên lidarxistin

Çand û aspêjxana netewên kêmjimar yên Ermenîstanê li cîhekî: 14 ê hezîranê li herêma Kotaykê li  Arznîyê fêstîvala çand û aspêjxanê ya ermenîya û netewên kêmjimar ya bi navê “Cîrengîya çandan û dostanîya gelan” bê lidarxistin. Serokê fêdêrasyona tûrîzmê ya Ermenîstanê Mêxak Aprêsyan di civîna çapemenîyê ya li navenda çapemenîyê ya “Armenpress” ê de dîyar kirîye ku cara ewil e ku ew tê lidarxistin û armanca wan ew e ku wê kevneşopî bikin.

“Cîhê festîvalê ne bi tesadûfî hatîye hilbijartin, çend rewş li ber çavan hatin girtin. Berîya her tiştî, Arznî nûneratîya yek ji hindikahiyên me yên netewî ye, em behsa asoryan dikin. Rewşa din jî ji ber wê yekê bû ku fêstîval li herêmên din tên lidarxistin, lê li Kotaykê nayên lidarxistin. Di lidarxistina mîhrîcanan de, dabeşkirina rêjeyî ya li ser sînor, helbet divê ji nû ve li ser sînoran bê girtin, lê hilbet divê li gorî sînoran rast bê parvekirin. Divê em herêmên din yên ku potênsîyaleke mezin jî hene ji bîr nekin”.

Di mîhrîcanê de wê çanda ermenî û netewên kêmjimar, xwarin, mûzîk, stran û dîlan bi taybetmendîyên wan bên raberkirin. Mêvan dikarin xwarinên kevneşopî yên ermenî û netewên kêmjimar bixwön. Di pavîlîyonên taybet de, tîmên beşdar wê xwarinên  kevneşopîyên xwarinên gelên cuda amade bikin û  raber bikin.

Di pavîlyonên cuda de wê hunerên destan û berhemên hunerî yên neteweyî bên nîşandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button