H’emû nûçeSereke

Serdana destpêkê ya vekolîna hevkar ya pargîdanîyê li stansîya Ermenîstanêye atomî  

Di navbera 8-11 hezîranê de, bi beşdarîya pisporên komeleya rêxistinên xebatkar yên cîhanê, serdana pêşin ya pargîdanîya li stansîya atomî ya Ermenîstanê pêk hatîye. Derbarê vê yekê de ji serokatîya daîreya têkilîyên giştî ya stansîya atomî ya Ermenîstanê agahî daye News.am ê.

Di serdanê de pisporên  komeleya cîhanî ya rêxistinên opêrasyonê bi pêvajoyên hilberîna sansîyayê re hatin nasîn, gelek gerên têknîkî pêk anîn û bi nûnerên rêvebir û xebatkarên pispor re jî hevpeyvîn kirin. Civîn û nîqaşên bi vî rengî rê didin tîmê komeleya cîhanî ya rêxistinên opêrasyonê  ku têgihîştina destpêkê ya pergala rêveberîya  stansîya atomî, asta ewlehîyê, û nêzîkatîyên xebitandinê bi dest bixe.

Di dema serdanê de, pisporan çavdêrîyên ku wê paşê bibin bingehek ji bo amadekirina nirxandina pir sereke.

“Santansîya atomî ya Ermenîstanê hevkarîyên bi vî rengî yên ku asta ewlehîyê zêde dikin, rêvebirin û xebitandina bi bandor li gorî pratîkên herî baş yên navneteweyî pêşdixin pir dinirxîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button