H’emû nûçeSereke
Em bi piştgirîya giyanî ya gelê ermenî hîs dikin: balyozê Îranêyî li Ermenîstanê

Balyozê Îranêyî li Ermenistanê Mehdî Sobhanî di civîna çapemenîyê de li Yêrêvanê gotîye: “Em spasdarê hukumeta Ermenîstanê ne ji bo helwesta wê ya bibiryar di şermezarkirina vê êrîşê de”.
Sefîr bal kişand ser piştgirîya gelê Ermenîstanê û gotîye: “Em spasîyên xwe ji gelê Ermenîstanê yên hêja re radigihînin. Em piştgirîya gîyanî ya gelê ermenî hîs dikin”.
Berîya niha wezîreta Ermenîstanêye karên der daxuyanyek dabû û gotibû ku rayedarên fermî yên Yêrêvanê êrîşa Îsrayêlê ya li ser Îranê şermezar dikin û daxwaza “rawestandina lezgîn ya şer û pabendbûna hiqûqa navneteweyî” dikin.







