H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan wê 20 ê hezîranê  here Tirkîyayê

Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi  vexwendina serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan wê  20 ê hezîranê here Tirkîyayê.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokê parlamêntê Alên Sîmonyan di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re ragîhandîye.

 “Serokwezîr Nîkol Paşînyan wê 20 ê hezîranê  here Tirkîyayê.Nava dorana  serdanê de wê hemû gavên herêmî bên nîqaşkirin”,- Sîmonyan daye dîyarkirin.

Serokê parlamêntê vê serdanê ya dîrokî hesab dike.

Sîmonyan her wiha gotîye, metirsîyên bi şerekî muhtemel yên di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê de kêm in û rayedarên Ermenîstanê ji bo bêbandorkirina wan bi tevahî gavên aktîv diavêjin. Li gor serokê  parlamêntê, serdana serokwezîrê Ermenîstanê bo Tirkîyayê jî yek ji wan gavan e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button