H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê nîgeraniya xwe ji ber girtina rojnamevanan li Adirbêcanê nîşan daye

Yekîtiya Avropayê nîgeranîyeke kûr li ser cezayên zîndankirinê yên li rojnamevan û karmendên Abzas Media li Adirbêcanê nîşan daye, û vê gavê wekî nîşanek nîgeran ji bo azadiya çapemeniyê li wî welatî bi nav kirîye.

Di daxuyaniyekê de piştî biryaran, Yekîtîya Avropayê rola girîng ya rojnamegerîya serbixwe di pêşvebirina şefafî, hesabpirsîn û raya giştî ya agahdar de tekez kirîye. Di daxuyaniyê de bang li rayedarên Adirbêcanê hatîye kirin ku li gorî erkên xwe yên navneteweyî rêz li mafên mirovan û azadiyên bingehîn bigirin.

Di daxuyaniyê de hatîyye gotin: “Yekîtîya  Avropayê bang li Adirbêcanê dike ku ji bo dabînkirina hawîrdorek ewle û piştgir ji bo hemî rojnamevan û pisporên medyayê gavên tavilê bavêje”.

Yekîtîya Avropayê pabendbûna xwe ya ji bo parastina mafên mirovan ji nû ve tekez kirîye û ragihandîye ku ew ê diyaloga xwe bi Bekûyê re, bi taybetî li ser azadîya derbirînê û serxwebûna medyayê, bidomîne.

Di demên dawî de, 7 rojnamevan li Adirbêcanê bi cezayên dirêj yên girtîgehê hatine cezakirin.

Dadgehê ew bi sûcên qaçaxçîtî, xapandina bacê û qanûnîkirina milkê ku bi rêyên sûc hatiye bidestxistin sûcdar dîtîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button