H’emû nûçeSereke

Hinardekirina genim, tovên gulberojê û rûn ji Ermenîstanê ji bo 6 mehan qedexe ye

Hukumetê civîna xweye 26 ê hezîranê de biryar da ku qedexeyeke demkî li ser hinardekirina hejmareke kelûpelan ji Ermenîstanê bo welatên ku ne endamên Yekîtiya Avrasîyayêye Êkonomîkîne, daye.

Ev biryar wê hinardekirina hejmareke berhemên çandinîyê yên wek genim, ceh, nok, tovên gulberojê û rûnê gulberojê ji bo 6 mehan qedexe bike.

Di hincetê de tê gotin ku hilberîna navxweyî ya van berheman daxwaza bazara Ermenîstanê pêk nayne, ku bi giranî bi hesabê mîqdara hawirdekirinê tê mîsogerkirin.

Qedexeya ku bi biryarê hatîye danîn, wê li ser kelûpelên ku di bin prosêdûra gumrikê ya “Ji nû ve hinardekirin” ji Ermenistanê tên hinartin, derbaz nabe.

Divê bê zanîn ku biryareke wisa berê jî hebû, lê dema wê ya derbasdar wê  4 ê tîrmeha sala 2025 a de biqede. Ev pêşnûmeya biryarê pêşnîyar dike ku qedexeya hinardekirinê ji bo 6 mehên din bê dirêjkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button