SerekeSîyasî

Yekem trênê geştîyarîyê wê li Ermenîstanê dest pê bibe

Şîrketa  rîya hesinî ya Başûrê Qefqasyayê, bi hevkarîya opêratorê tûrîstîk yê Çêxîyayê Gepard Express, ji bo Ermenîstanê xizmetek nû dide destpêkirin- trênê geştîyarîyê. Ev proje yekem ya vî rengî ye li welêt û armanc dike ku tûrîzma rîya hesinî li herêmê pêş bixe.

Wek ku “Armenpress” ji daxuyanîyekê ji hêla şîrketa rîya hesinî Başûrê Qefqasyayê ve hatîye weşandin fêr dibe, yekem trênê geştîyariyê wê  28 ê hezîranê de, bi rêwîtîyek 9 rojî ku wê ji bajarên Ermenîstanê û Gurcistanê derbaz bibe, bi rê bikeve. Trên wê nêzîkî 300 geştîyar bi piranî avropî hilgire ku wê serdana Sêvanê, Yêrêvanê, Gumirîyê, û ​​her weha Tiblîsîyê, Kûtaîsê û Batûmîyê bikin.

Di dema rêwîtîyê de, geştyar wê rehetîyeke bilind bistînin, di vagonanda bên  bicîhkirin, ku wê wek odeyên otêlê xizmet bikin. Trên bi şert û mercên razanê yên rehet, klîma, serşok û kar û barên din ve hatîye çêkirin. Di vê demê de, mêvan wê bikaribin bi tevahî çand, dîrok, xweza û dîmenên Ermenîstanê û Gurcistanê nas bikin. Alêksêy Mêlnîkov, rêveberê giştî yê şîrketa  rîya hesinî Başûrê Qefqasyayê, destnîşan kirîye:

“Tûrîzma rîya hesinî li cîhanê bi berfirehî tê bikaranîn, lê li Ermenîstanê hîn jî nû ye. Bi vê înîsîyatîvê, em armanc dikin ku çarçoveya xizmetên xwe berfireh bikin û geştîyarîya herêmî teşwîqek nû bidin. Em piştrast in ku xizmetên bi kalîte wê ji hêla mêvanên me ve bên teqdîrkirin, û geştîyarîya rîya hesinî wê li Ermenîstanê bibe rêgezek pêşkeftî û domdar”.

Gepard Express di warê tûrîzma rîya hesinî de xwedî ezmûneke gelek salan e û pisporê organîzekirina rêyên tûrîstîk yên navneteweyî ye. Xwezaya xweşik, çanda dewlemend û mîrata dîrokî ya Ermenîstanê û Gurcistanê soz dide ku vê înîsîyatîvê ji bo hemî beşdaran bêhempa û bîranînbar bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button