
Li parêzgehên Hemayê û Idlibê yên Sûrîyayê, di du bûyerên cuda de teqînên bihêz çêbûn. Di encama teqîna li bajarokê Cibrîn ê Hemayê de 4 kesan jîyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûne. Li Idlibê jî dêpoyeke cebilxaneyê ji ber teqînê şewitîye.
Teqîna li Hemayê
Li gorî ajansa “SANA” ê ya fermî, sedema teqînê ne tenkera sotemenîyê bûye, wek ku di destpêkê de hatibû gumankirin û tîmên pispor ji bo eşkerekirina sedema rastîn lêkolînên xwe didomînin.
Wezîreta tendurustîyê ya Sûrîyayê ragîhandîye, di encama teqîna li bajarokê Cibrînê de, 4 kesan canê xwe jidest dane û 9 kesên din jî birîndar bûne.
Herwiha, berevanîya sîvîl a Sûrîyayê jî ragihandîye, tîmên wan yên rizgarkirinê li cîhê bûyerê ne û li kesên ku di bin kavilan de mane digerin.
Dêpoya çebilxaneyê li Idlibê teqîya
Ji alîyekî din ve, mêdyaya Sûrîyayê behsa teqînên mezin yên li nêzîkî bajarokê Fûa yê li bakurê Idlibê kirin. Hat ragihandin ku teqîn ji ber şewata li dêpoyeke cebilxaneyê li derdora Keferya û Fûayê pêk hatine.
Kanala îxbarîye ya Sûrîyayê jî da zanîn, teqînên li pey hev yên li Fûayê, ji ber bilindbûna germahîyê û şewitîna dêpoya cebilxaneyê bûne.







