SerekeSîyasî

Serok Barzanî pêşwazî li şandeyê neteweyên yekgirtî kirîye

Serok Mesûd Barzanî  3 ê hezîranê pêşwazî li nûnerê taybet yê sêkrêtarê giştî yê neteweyên yekgirtî û serokê nûnertîya Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkarîya Îraqê Mehemed El-Hesen kirîye.

Di civînê de, rewşa giştî ya navçeyê û geşedanên dawî hatine nirxandin. Her wiha, pêwendîyên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de û girîngîya dîyaloga di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Fêdêral ya Îraqê de ji bo çareserkirina kêşeyan hatine gotûbêjkirin.

Mijareke din ya hevdîtinê, kar û çalakîyên UNAMI  ê li Îraqê û Herêma Kurdistanê bûye û rola wê di piştgirîya proseya sîyasî û îstiqirarê de hatîye destnîşankirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button