Sîyasî
We pabendbûna kûr ya Ermenîstanê ji bo aşîtîyê û aramîyê nîşan da:Ursula fon dêr Layên

Seroka komîsyona Avropayê Ursula fon dêr Layênê hevdîtina xwe ya bi serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re li Bryûsêlê bi erênî pêşwazî kir.
“Ez kêfxweş im ku dîsa li Bryûsêlê We dibînim, birêz Nîkol Paşînyan. We pabendbûna kûr ya Ermenîstanê ji bo aîşîtî û aramîyê nîşan da”.
“Her ku têkiliyên me ji her demê bêtir nêzîk dibin, ajendaya aramîyê û mezinbûnê ya Yekîtîya Avrorpayê veberhênaneke stratejîk e di pêşeroja Ermenîstanê de”,-rûpela X ê ya fon dêr Layênêda hatîye nivîsarê.







