SerekeSîyasî

Tirkîya li gorî nîşaneyên xwe welatekî “çîna navîn” e, ji ber vê yekê dikare hilweşe:Safrastyan

Îro, bandora Rûsîyayê ji ber şert û mercên bi tevahî têgihîştî û objêktîv hinekî kêm bûye. Îranê jî, dîsa ji ber sedemên têgihîştî, fonksîyona xwe wek faktoreke astengker qels kiriye. Rast e, ev hemû diyardeyên demkî ne, û Îran wê pir zû dest bi başbûnê bike. Niha rewşek derketiye holê ku bûyarên li Rojhilata Navîn diqewimin raste-rast bandorê li herêma me dikin. Ev nêrîn ji hêla tirkzan, akadêmîk Rubên Safrastyan ve di hevpeyvîna bi Sputnik Armeniyayê re hatîye gotin.

Akadêmîk destnîşan kirîye ku çalakî û bandora Tirkîyayê li Başûrê Kafkasîyayê di salên dawî de bi awayekî berbiçev zêde bûye, rastiyek bêguman e. Eşkere ye ku serokatîya wî welatî wê hewl bide ku rewşê “bi tevahî” bikar bîne. Ewî tekez kirîye ku ji aliyekî din ve, divê mirov ji bîr neke ku Tirkîya niha pir çalak e, berî her tiştî, li Rojhilata Navîn, û berî her tiştî, ev yek bûyarên li Sûrîyayê vedihewîne.

Safrastyan gotîye: “Lê belê, di rastîyê de, Tirkîya, bi nîşaneyên xwe yên rastîn, hîn jî welatekî çîna navîn e, heke mirov bikaribe wisa bibêje. Û di heman demê de, ew hewil dide ku rola dewletek mezin û bihêz bilîze. Cureyek hêzek ku dikare pirsgirêkên asta jêopolîtîk û şaristanî çareser bike”.

“Divê bê fêmkirin ku Rojhilata Navîn ji bo armancên Tirkîyayê ji Başûrê Kafkasîyayê pir girîngtir e. Û ji ber ku Tirkîya li gorî hemû nîşaneyên xwe dewletek çîna navîn e, nikare lîstikek jêopolîtîk ya cidî û temam li ser çend û heta du eniyan di carekê de bimeşîne. Di her rewşê de, ew ne hêzek super e ku xwedî potênsîyala ku di carekê de li ser çend eniyên jêopolîtîk bixebite”,- Rubên Safrastyan wiha dawî li axaftina xwe anîîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button