H’emû nûçeSereke

“Ji bo parastina malbata xwe”: Nikol Paşînyan sedema nezewicandina wî û Anna Hakobyanê daye kifşê

Di çarçoveya kampanya “Perwerde Modayê ye”, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan raber kirîye çima ew û Anna Hakobyan hîn bi qanûnî nezewicîne.

“Ji ber ku ez di salên 1990 î de beşdarî çalakîyên siyasî yên muxalefetê bûm, min dizanibû ku ez ê bêm girtin, darizandin û milkê min wê bê desteserkirin. Ez nezewicîm da ku malbata xwe biparêzim.

Dema ku me xanî kirî, ew li ser navê Annayê hate tomar kirin, her çend me ew bi hev re kirîbû”.

Min fêm kirîye ku wê darizandinek hebe, ew ê çi bi min bikin, qet nebe zarokên min wê cihekî ji bo jiyanê hebe. Ku xanî bi navê Annayê be, û Anna tu têkiliyek dê yûre bi min re tune be, da ku ew bi riya min neçin û tiştê ku me bi xebata xwe efirandibû nestînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button