
Alîkarê serokkomarê Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv dîyar kirîye ku pevçûyîna leşkerî ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ne aktûal e, di rojevê de tu rageşîyek tune.
“Çend mijarên nakok mane, ku ev tiştekî xwezayî ye. Ji ber vê yekê dîplomasî û dîyalog hene”,-ewî tekez kirîye, û daye zanîn ku xebat ji bo îmzekirina peymana aşîtîyê di navbera her du welatan de berdewam dibe.
Hecîyêv li ser hevdîtinên ku serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv li Abû Dabîyê pêk anîbûn, dîyar kirîye ku hevdîtin avaker bûye.
“Baş e ku tevahîya pêvajoya aşîtîyê niha di destê me de ye. Tenê Ermenîstan û Adirbêcan biryaran didin, ne Rûsyîya, ne Yekîtîya Avropayê, ne jî Dewletên Yekbûyî. Tenê ermenî û azêrî di odeyê de amade bûne. Me dîyalogeke şaristanî kirîye, her çend hîn têkilîyên me yên dîplomatîk tune bin jî”,- rayedar şîrove kirîye.
Di heman demê de, Hecîyêv careke din piştrast kirîye ku koma Mînskê bê hilweşandin.Ewî her wiha Ermenîstan bi îdîaya ku li dijî Adirbêcanê îdîayên axê hene tawanbar kirîye.
Hecîyêv her wiha behsa pêşnîyara amêrîkî ya derbarê ragîhandina herêmî de kirîye û tekez kirîye ku ev meseleya navxweyî ya Ermenîstanê ye.
Hecîyêv behsa têkilîyên Moskvayê-Bekûyê kirîye û destnîşan kirîye ku têkilyên dualî de guhertinên bingehîn çênebûne, lê di mehên dawî de hine têgihîştinên nebaş û rageşîyên zêde çêbûne.Ewî bang li Rûsyayê kirîye ku berpirsîyarîya xistina balafira AZAL hilde ser xwe.







