H’emû nûçeSereke
Ermenîstan wek cihekî nû û balkêş ji bo tûrîzma çerxesîyarîyê hatîye raber kirin

Concours Mondial Viagginbici ya Îtalyayê, li ser bingeha daxuyanyeke çapemenîyê ya komîteya tûrîzmê ya wezîreta aboriyê ya Komara Ermenîstanê, gotarek weşandîye ku tê de Ermenîstan wek cîhekî nûhatî û sozdar ji bo hezkiriyên tûrîzma çerxesîyarîyê tê raber kirin.
Gotar balê dikişîne ser çiya, mêvanperwerîyê, dewlemendîya dîrokî û çandî ya Ermenîstanê, û potênsîyala mezin ya ji bo tûrîzma serpêhatî. Viagginbici Ermenîstanê wek cihekî balkêş lê dîsa jî bi tevahî nehatîye keşifkirin ji bo tûrîstên ku rêwîtîya çalak tercîh dikin bi nav dike.







