Moskvayê ferman daye ku kamyonên bi genim barkirî bikevin nav Ermenistanê

Hukumeta Rûsyayê piştî ku trafîk li ser rêya leşkerî ya Gurcistanê ji ber şemitîna heriyê hatîye sekinandin, erk da sazîyên pêwendîdar ku derbasbûna kamyonên barkirî yên genim bi rêya xala derbazbûna rêya piralî ya Larsa Jorîn bo ermenya.
Cîgirê serokwezîr Alêksêy Ovêrçûk ji rojnamevanan re gotîye: “Li ser daxwaza Ermenîstanê, rayedarên pêwendîdar yên Fêdêrasyona Rûsyayê hatine erkdarkirin ku tedbîrên zêdetir bigirin da ku derbazbûna kamyonên genim ji Rûsyayê ber bi Komara Ermenîstanê ve bi rêya Larsa Jorîn, ku tevgera wan ji ber hewaya xirab û şemitîna heriyê sînordar bûye, organîze bikin. Em hewil didin ku derengmayînên di dabînkirina genim de ku Ermenîstanê hewce dike kêm bikin”.
31 ê tîrmehê de, ji ber metirsîya şemitîna heriyê, hemû cureyên wesayîtan li ser rêya leşkerî demkî hatine rawestandin. Navenda rêveberîya trafîkê ya Osêtya Bakur êvara pêncşemê ragîhandîye ku zêdetirî 3000 kamyon di rêza êlêktronîkî de hatine tomar kirin da ku ji xala kontrolê ya Larsa Jorîn derbaz bibin.
Sibeha 1ê Tebaxê, daîreya sereke ya wezîreta rewşên awarte ya Osêtya Bakur ragihandîye ku trafîka rê ji ber paqijkirina rê li ser axa Gurcistanê û îhtîmala dabînkirina derbazbûna ewle ya wesayîtan çêbûye.







