H’emû nûçeSereke

Serokkomarê Ermenîstanê bi serdana xebatê çûye Tirkmênistanê

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan di navbera 4-7 ê tebaxa sala 2025 a wê bi serdana xebatê li Tirkmênistanêbe, da ku beşdarî konfêransa sêyemîn ya navneteweyî ya li ser welatên bêderya û welatên pêşketî yên transît bibe, ku di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî de tê lidarxistin.

Konfêrans her deh salan carekê tê lidarxistin û armanc dike ku encamên bernameyên berê kurt bike, û her weha rêbernameyên pêşkeftinê yên nû ji bo welatên pêşkeftî yên bêderîya destnîşan bike.

Li gorî “Armenpress” ê, ofîsa serokkomarê Ermenîstanê radigihîne ku tê plankirin ku Vahagin Xaçatûryan bi hejmareke hevkarên xwe yên bîyanî re hevdîtinên dualî bike.

Konfêransa yekem, ku  sala 2003 a de li bajarê Almatîya Qazaxistan hatîye lidarxistin, plana çalakîyê ya Almatîyê û plana çalakîyê ya Vîênayê (salên 2014-2024 a)  sala 2014 a de li Vîêna Avstryayê, hatîye pejirandin. Van destpêşxerîyan roleke girîng di sivikkirina pirsgirêkên bazirganî û aborî yên li welatên transît û pêşxistina binesazîyê de lîstine.

Rojeva sêyemîn konfêransa li Tirkmênbaşîyê mijarên wek pêşxistina girêdanên transît û veguhastinê, berfirehkirina girêdana dîjîtal, xurtkirina aramîya avhewayê, zêdekirina berxwedana aborî û teşwîqkirina veberhênana navneteweyî dihewîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button